Deriyê sînor ê Rebîa yê di navbera Iraq-Sûriyeyê de hat vekirin

Desteya Giştî ya Gumrikê ya Iraqê piştî bidawîkirina xebatên sererastkirinê, îro deriyê sînor ê Rebîa yê di navbera Iraq û Sûriyeyê de vekir.

Desteya Giştî ya Gumrikê ya Iraqê ragihand ku piştî bidawîkirina xebatên sererastkirinê, îro deriyê sînor ê Rebîa yê bi Sûriyeyê re dîsa vedikin.

Serokê Desteya Giştî yê Gumrikê ya Iraqê Samir Dawud ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re ragihand ku xebatên sererastkirinê bi temamî bi dawî bûn û êdî xebatkarên gumrikê û Desteya Deriyên Sînorî û daîreyên girêdayî wê amade ne dest bi kar bikin.

Dawud anî ziman ku deriyê Rebîayê di aliyê aborî, siyasî û ewlehî de xwedî girîngeiyeke mezin e û destnîşan kir ku derî dê ji bo veguhastina kel û pelan û hinardekirina petrolê were bikaranîn û tevgera aborî û bazirganiyê geş bike.